ŞİÎRÊN Lİ SER XWARİNÊ: SİFRENAME YEMEK ÜZERİNE YAZILMIŞ ŞİİRLER: SİMATİYE

Edebiyata Kurdî ya nivîskî pir dewlemend e, zengîn e. Di edebiyata me da li ser gelek mijarên cihêreng eser û şiîr/helbest hatine nivîsîn. Li ser eşqê, li ser firqetê, li ser mirinê, li ser biharê, li ser avê, li ser tewhîdê, li ser pêxember, li ser Newrozê, li ser axiretê, li ser welat û her wekî din (hwd.). Yanî mîna ku hinek bi xeletî û nezanî dibêjin edebiyata Kurdî bi piranî li ser êş, azar, mirin, qirkirin, şîn û girî ye, na, ne wisa ne. Tiştekî wisa tune. 

 


Edebiyatên miletên din da çiqas şîn û şahî hebe, ya me Kurdan da jî ewqas. Ne kêm ne zêde. Jixwe di tarîxa miletan da şîn û şahî mîna roj û şevê li dû hev e. Her wisa di edebiyata miletan da jî ken û girî bi fitl û ger û dewran e. Yanî em bi kurt û Kurmancî bibêjin ku dewlemendî û renginiya edebiyata me, ne ji ya xelqên din kêmtir e ne jî zêdetir. 

 


Îcar mijareke di edebiyata me Kurdan da jî mijara xwarinê ye. Di edebiyata klasîk da ji şiîr û berhemên/eserên li ser vê tema û babetê hatine nivîn ra tê goton “Sifrename” yan jî “Simatiye”. Ev eser û helbestên bi temaya simatiyeyê, pêşî di edebiyata Farisan da destpê kirine. Pişt ra jî teqriben di salên 1600-1700an da jî derbasî edebiyatên Tirkî û Kurdî bûne. 
Ez dixwazim ji edebiyata me Kurdan çend nimûne û mînakên ji vê mijarê binivîsim ji bo we xwendevanên ezîz. 

 


Ez pêşî mînak û nimûneyeke ji şairekî hemşeriyê me yê Mûşê bidim. Paşê jî ji tarîxa edebiyata Kurdî ya çend sedsal berê, çend nimûne pêşkêşî we bikim. Navê şairê hemşehriyê me, Mela Abduhekîm e, jê ra digotn “Melayê Kose”. Ew merivekî kose bûye, yanî rûyê wî nedihat, loma rûyê wî tunebû. Ji ber vê qasê ew leqeb lê kirine. Navê şiîra wî “Çayname” ye.

 


Beriya ku ez vê şiîrê binivîsim, ez behsa rasthatina xwe ya li vê şiîrê bikim. 7-8 sa berê bû, ez xelet nebim em li Kale Bilgi Evi bûn. Çimkî ez û şaredar/reis em çend ciyên din jî rastî hev hatin lê qasî ku di bîra min de maye, li wir bû. Ev Bilgi Evi, yanî Xwendingeh yan jî Mala İlmê Belediya Mûşê di şeklê Koşka Farizê Gulnazê ya li gundê Evdalbazida Kopê de çêkiriye (Gulnaz Xanim jî şexsiyetek e dîrokî ye di wextê hereketa Şêx Seîd Efendi da. Bila ew jî bimîne bo nvîseke din). Me çend heb mamosteyên Universiteya me, bi editoriya Doç. Dr. Orhan Keskintaş û Doç. Dr. Sedat Karakaya da kitêbeke li ser Mûşê nivîsîbû. Yên di bîra min da ne: Prof. Dr. Abdullah Kıran, Doç dr. Ercan Çağlayan, Doç. Dr. Servet Şengül, Doç. Dr. İsa Akgül, Dr. İlyas Sayım û hwd. bûn.

 


Ji ber vê kitêbê şaredar yanî reîsê belediyê Feyat Asya em kirine mêvan. Me çay vedixwar. Behsa çay bû, Kekê Feyat got şiîreke li ser çay li cem min heye seydayekî bi Kurdî nivisiye. Şiîr xwend. Pir balkêş bû. Heta çîroka bidestxistina wê şiîrê jî got. Got ez li Müftülüğa/Miftixaneya Muşê şef bum, rojekê Seydayê Kose hat kaxiz di destan da bûn. Bi dizî ji memurekî ra got “ca van kaxizan ji min ra bi makineya fotokopiye zêde bike lê bila kes nizanibe”. Piştî ku seyda çû min nihêrî şiîrên bi Kurdî ne. Min min ji memur rica kir ev şiîr bi dizî da min. Min ew bi destê xwe ji xetê Erebî vegerande herfên Latînî, hê ji wê rojê da di cizdanê min da ye. Ew çax ji ber ku Kurdî qedexe bû, yanî yasax û berbend bû, loma seyda jî endişe dikir ku ji ber van şiîrên bi Kurdî ceza bidinê. Lewma ez carna ji telebe/xwendekarên me yên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ra dibêjim ku Me berê bi sebeb Kurdî kutan dixwar (çimkî yasax bû) aniha jî em bi saya Kurdî nan dixwin. Şiîr ev e:

 


Çayname

 


Qurtek çaya ser lêva
Nadim bi hezar sêva

 

 

Çaya nazik nazenîn
Nadim bi sed mandalîn

 

 

Çaya sor a kizirî 
Nadim bi hezar tirî

 

 

Gulmek ji çaya keleş
Nadim bi zolê(dîlimê)zebeş

 

 

Gava bêhnam dernayê
Dikesirim dikevim tayê

 

 

Hema şekirek davêm çayê
Derdê min dide bayê

 

 

Wê çaxê min ji şaredar/reîs rica kir fotoxrafê şiîrê kişand. Lê paşê hafıza telefona min çû, şiîr wenda bû. Êdî rûyê min negirt ez ji şaredar bxwazim. Wisa ma. Ev beyt di bîra min da man, belkê hin cihê wê xelet bin. Ger reîs vê nivîsê bibîne bawerim dê şiîrê ji min ra bişîne.

 


Di dawiya salên 1700î da sê nûnerên /mumesilên mijara/temaya sifrenameyê hene di edebiyata Kurdî de li herêma Diyarbekirê. Şêx Muhyeddînê Hênî, Mehmed Can û Şêx Abdurrahmanê Aqtepî. Van şairan li ser xwarinê şiîr û dîwanên Kurdî nivîsîne. 

 


   Zimanê van eser û helbestên li ser xwarinê zimanekî hêsan e, rihet e. Uslûba şiîran jî bi kêf û henek, bi coş, mîzah, tekrîr, nifir û heqaret, teşbîhên giran, zimanê bêperde û teşxîs e. Yanî şair di hin beytan da bi xwarinê ra qise dike. Di hinan da nifiran dike li xwarinên ku jê hez nake. Hin xwarinan ra dibêje wey tu bi ser çavan hatî, hinan ra jî dibêje tu layiqî kûçikan î.

 


Mesela Şêx Muhyeddinê Hênî di mesnewiya xwe ya li ser xwarinê ya bi navê “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” da dibêje:

 


 Ey Musulmanan bibêjim ez kelam
Çê bitin da bo we te’sîr û eser
Dê beyan kim lezzeta cumle te’am
Derkevit ez qelbê we cumle keder

 

 

Ah ji destê birinca nazenîn
Derkevit rahet mîzacê akilîn
Goştê pez bo wê bikin ger hemnişîn
Her ew e nav cumle xwarin mu’teber

 

 

Lê tu nakî behsê tirşa bamiya
Têxî nav çend parçe goştê hindiya
Laîq e ew bête sufra waliya
Şêxê cumle tirşika sahib huner

 

 

Ez çi bêjim wesfê qeymaxê delal
Ger tu hunguv berdî ser wê ey heval
‘Eqlê insanan ew e tîne kemal
Hûn bixwun hetta di çav re tête der

 

 

Sed selamê min li ser peqlawa bin
Lê me’a’l-gullac û sûdlî pê re bin
Mehlebî w xoşab(i) ew jî vê re bin
Wernê ey yar û bira mednê mefer

 

 

Sed bela l’ wan kutilkê tê de piyaz
Bu wê ekla wan qe ez nadim cewaz
Bulgura rijî meke jê kes niyaz
Ne bixwe wan, ne tu qet lê de nezer

 

 

Bo çi qet meftûneê nakî meqal
Bêguman sufran ew e tîne fesal
Vê ji dest xwe bermede ey bêmecal
Qenc e meftûne ku bulxur deynî ser

 

 

Berxekî qenc ger biheşşînî temam
Deynî dora wî hinek new’ê te’am
Bu wê (wî) vî îdî qe naxwaze kelam
Kî bibîne dê li ser bêtin keser

 

 

Şorbenîsk tehqîq(i) şubhê qehwe ye
Lê digel qawurme lezzet zêde ye
Goştê karî pîrê cumle tuxme ye
Ez ji ekla wî bi daim ber cezer

 

 

Merheba ey şîşikê ‘alî meqam
Lê digel nanê heqel ni’me’t-te’am
Deynî ser wî bexdenûs pîvazê xam
Nadim ez ba mulkê Tacîk û Qeçer

 

 

Şorbexav û danê hêrê ser bi zêr
Rojê xelqa rûh ji wan ez bûme têr
Van û şorba şolika yekcar venêr
Laîq e bo xwarina kîlab û ker

 

 

Ehlen ey qeyxaneê gozîleme
Bo birînê birçiyan ev melhem e
Ger hinek mastê miyan deynî cem e
Ew dibin derman ji bo êşa ciğer

 

 

Tu bi ser çavê mi ra bê ey kebab
Goştê pez goştê mirîşka nû şebab
Kî bixwe nabîne der heşrê ‘ezab
Xwarina wê xêyir jê tê, nayê şer

 

 

Mesele dirêj e. Lê bi vê beyta li ser goşt û çayê ya Mela Abduselam Bêcirmanî(Min ev beyt wek ya wî bihîstiye, lê bi qet’î nizanim) ve biqedînim. 

 

Xwarina bê goşt û pîvaz we’de be têkil nebim
Sohbeta bê çay cixare we’de be ez lê nebim

 

De kerem kin ser sifrê…
Efîyet be û noşî can be….. 

 

 Not: Hûn dikarin di derheq mijarê da agahiyên berfirehtir di vê linka maqaleya bi navê “Temaya Xwarinê di Edebiyata Kurdî da mijareke Girîng” da bixwînin:  

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/687442