Di edebiyata me ya klasîk de li ser gelek mijar û temayan şiîr hatine nivîsîn. Navê her cure şiîrê jî li gor mijara xwe diguhere.
Mesela ji helbestên li ser meth û pesnê hatine nivîsîn ra tê gotin “Methiye”. Ew ên ji bo şîn û mirinê hatine gotin “Mersiye” ne. Ji helbestên li ser xwarin û sifreyê hatine nivîsîn ra tê gotin “Simatiye”. Helbestên li ser biharê hatine gotin jî “Bihariye” ne.
Êdî fesla biharê ye, li welatê me bihar e, bihara Serhedê hatiye, bihara rengîn e. Avên çeman bengîn e, erd û erazî hêşîn e, mêrg û çîmen rabûne, pelên daran vebûne. Gulîlk û lale sor bûne. Bilbil bi gulan şa bûne….
Lewma di vê nivîsa xwe da ez dixwazim çend nimûne ji şiîrên li ser biharê yên şair û edebiyatnasên me bi we xwendevanên ezîz ra parve bikim. De kerem kin ser sifreya helbestên biharê….
Ji Dîwana Mewlana Mela Ahmedê Cizîrî:
Her seher cewlan didit bayê sebayê rast û çep
Sosin û simbil bi mestî tên semayê rast û çep
Ev narê sîqala dil e
Daîm li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac
Ji dîwana Ahmedê Xanî:
Di fesla newbiharê da digel dilber biçin geştê
Ji wî xweştir umir nîne, ew hal qewî li min xweş tê
Di fesla meha Nîsanê
Digel dostan li seyranê
Ji wî xweştir umir nabe
Bi ayat û bi Quranê
ji Mesnewiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî
Dewra felekê ji bextê feyroz
Dîsa ku nûma ji nû va Newroz
Xellaqê cîhan ji feyzê fitret
Heyatê felek bi wechê qudret
Înane bi me’reza wucûdê
Kêşane bi menzera şuhûdê
Mebnî li wî adetê mubarek
Şehrî û sipahîyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîhên bi nijdeyan û cerdan
Sef sef dimeşîne kuh û deştan
Ref ref dixuşîne seyr û geştan
J Mela Ebdurehman Durre
Bihara Serhedê hatî, hezaran deng û awaz in
Qibîna kew rubata tê, quling û werdek û qaz in
Refê teyr û tûya, tîpê bir û col û berodana
Li ber palê çîya wîtîn û kalîn e, ney û saz in
Li wara meşk li dara tên, fîzara zêc û zaran e
Mikînê berx û kara tên, li dû daykê xwe fîrqaz in
Li zozana şivan in pez, li dana bêrîvan in lê
Li singa morî mircan in, li zenda elbik û bazin
Li Zagros û Eraratê, Serhed, Umran û Rayatê
Li Sason û li Xozatê, beran û hogeç û maz in
Nîjada Qard û Sûbar in, Key û Med û Kîyaksar in
Selaheddîn û Serdar in, Eyyûbî, Merwanî, Baz in
Ev jî şiîreke min e ku min di salên 2000î de li Stenbolê dema xwendina xwe ya Universiteyê bi hesreta bihara memleketên xwe yên Muş û Kopê nivîsîbû:
Ji Nevzat Eminoğlu:
Mûş e bajarê şirîn e; xwedî qezayên rengîn e
Gula Serhed e berfîn e; warê me ye, kesk û şîn e
Çar demsalan gelek xweş e, biharan ew gula geş e
Zivistan wek laçik nexş e, xemla wê payîz, havîn e
Şên e, bi gol û kanîyan; bi çîya, deyşt û banîyan
Çarşî, malbat û xanîyan; bajar û gund û şênî ne
Bilîcan, Kurtik bi şan e, Mûrad û Heftreng nîşan e
Em bi çem û çîyan şa ne, şahidên ken û girî ne
Şahidê Mîrê Serhedan, yê cejn û newroz û eydan
Şîn û şer, sefer, serhildan; wan çi dîne, çi nedîne
Rengê te Gola Qazana, Çemê Mûrad bi sazana
Ava Reş, ew barajana; seyrangeh û xemrevîn e
Va dîsa bi xêr bihar hat; gulan reng da Mûş a welat
Pê dilgeş bû, gel û civat; nû bihar e, nû vejîn e
Kêf û xweşî kete jînê, lepitîn hestên evînê
Ruh û can hat vê birînê; dilşadî ye, dil bengîn e
Bax û baxçe û bostan in, mêrg û zevî û zozan in
Dehl û devî û xozan in; newal, kendal û gelî ne
Berodana, bêrîvana; dengê bilûra şivana
Bi dengbêj û bi dîlana; şahî, şevbêrk û şevîn e
War û wargehên Medan e, êl û eşîrên Kurdan e
Law û keçikên merdan e, Eyyûbî û Merwanî ne
Tim xwenda û şoreşvan in, camêr in bi dil û can in
Bi peyman û bi îman in, dew û doz ji wan ra jîn e
Kurd û Terekme cînar in, Turk û Çerkez çar kenar in
Li ba hev, bi cîh û war in; bi pir çandiyê zengîn e
Xwedî warê dîrokî ye; Tîll û Melekend Abrî ye
Sal nêzîkî hezarî ye, navenda ilm û zanîn e
Bi medresên xwe navdar e; camî, mizgeft îftixar e
Bi aliman payîdar e; seyda, mela û feqî ne
Ji Sogutliyê Mela Weysî, tu xwedî dîwan û dersî
Mela Zahid Nûr nivîsî, bûn tarîxa pel zêrîn e
Zahir ji Pîranê deng da, bi wî dengî Kopê reng da
Kopa rengîn ev leheng da, welatê jor û jêrîn e
Ehlê wê zana û jîr in, bi xîret û bi tevdîr in
Xwedî bawerî û bîr in; alîyek Mem, alyek Zîn e
Me pir xwar nan û ava te, rohnîdar bûn bi tava te
Hiltînin em silava te, navê te j’ me ra evîn e